ROJEVA 27'Ê GULANA 2024'AN

  • 09:00 27 Gulan 2024
  • Rojev
 
*Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed têkildarî girîngî û xebatên hilbijartinên şaredariyê yên wê di 11’ê Hezîranê de li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were lidarxistin wiha got:” Jin bi awayekî çalak di nava xebatên hilbijartinê de cihê xwe digirin. Jin di xebatên hilbijatinan de xwedî roleke sereke ye. Em bawer dikin ku wê jin peywira xwe bi cih bînin. ” DÎMEN HEYE
 
*Di BÎLMEK’ê de ku jinan hem di qada ruh û fîzîkî de diguherîne û ji jinan re ji nûve dibe hêvî, jin hem pewerdeyê digirin hem jî dixebitin û pereyên xwe qezenc dikin. Jinan banga ‘ji malên xwe derkevin û perwerdeyê bigirin’ li jinan kirin.  DÎMEN HEYE
 
*Xizma girtiyan Sultan Yagmekan ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtîgehan bê rakirin di çalakiyê de ye, diyar kir ku heta ku ji Rêberê PKK’ê agahiyekê negirin wê hem girtî hem jî xizmên girtiyan têkoşîna xwe bidomînin. Sultanê got: “Em li pişta Birêz Ocalan û zarokên xwe ne.” DÎMEN HEYE
 
*Nivîskar û weşanxaneyên ku beşdarî Yekemîn Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê bûn, balkişandin ser êrîşên li ser çand û wêjeya Kurd. Edîtora Weşanxaneya Belkî Asya Genim wiha got: “Ziman û weşan peywirek civakî ye. Ji ber vê jî pêşketina civakî bandor li huner û wêjeyê jî dike. Em kesên ku xebatên çand, ziman û wêjeyê dimeşînin divê xwedî seknek polîtîk bin jî.” DÎMEN HEYE