Li Mêrsînê qeza: 10 kes mirin 30 kes birîndar bûn

  • 21:40 26 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
MÊRSÎN - Di rêzeqezaya li ser Rêya Edene û Mêrsînê çêbû de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.
 
Li ser Rêya Tarsûs-Edene-Dîlokê (TAG) li herêma Yenîceyê ji ber mija zêde û şemitînê rezeqezayeke ku otobusek û gelek wesayît tevli bûn çêbû. Piştî qezayê beşeke rê hate girtin û tîmên agirkujiyê û ambûlans sewqî herêmê hatin kirin.
Waliyê Mêrsînê Alî Hamza Pehlîvan ê têkildarî qezayê daxuyanî da, ragihand ku li gorî tespîtên ewil 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndar bûne.
 
Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.