Tulay Hatîmogullari: Em axa xwe nadin!

  • 20:31 26 Gulan 2024
  • Rojane
 
HATAY - Hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di mîtînga li dijî ‘Qanûna Qada Rezervê’ ya Samandagi de axivî û got: “Armanca esas guhertina sazbûna demografîk a bajar e. Em ê bi berxwedan, têkoşînê biserkevin. Em ê axa xwe nedin kesî.”
 
Li Samandag a Hatayê  bi dirûşmeya ‘Em li dijî rezervê Samandagi diparêzin’ mîtîng pêk hat. Mîtîng bi pêşengiya Platforma Ji Rezervê re Na pêk hat. Hevseroka Gişî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê Tulay Hatîmogullari jî beşdarî mîtîngê bû.
 
Ewil endamê meclîsa şaredairya Samandagi Îbrahîm Aydogan axivî û da zanîn ku ew qada rezervê naxwazin û dewlet neçare mafê starbûn û mulkiyeta gel biparêze. Îbrahîm got wê destur nedin vê  talanê.
 
Serokê berê yê baroya Hatayê Cîhat Açikalin jî axivî û daxuyakirin ku rayeyên rêveberiyên herêmî hatine sekinandin û got mafê mulkiyetê mafekî hem di destura bingehîn d ehem peymanên navneteweyî de gerduniye.
 
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî axivî û balkişand ser piştevaniya civakê û wiha got: “Me çawa erdhejê de birînên xwe bixwe kewandin, em dîsa ligel hevin û di piştevaniyê de ne. Em ê teqez biserkevin. Roja erdhej çêbû, ne OHAL, wek seferberiya neteweyî îlan bikira wê gelek mirov bihata xilaskirin. Du armancên îlankirina qada rezervê hene. Ya yekem AKP herêma erdhejê wek tiştekî ji xuda hatiye dibîne. Vê derê pêşkêşî alîgirên xwe dike.  Armanca esas guhertina sazbûna demografîk a bajar e. Em ê bi berxwedan, têkoşînê biserkevin. Em ê axa xwe nedin kesî. Em ê teqez bi serkevin.”