Mîhrîcana Ciwanên Kurdistanê li Freîbûrgê pêk hat

  • 18:49 26 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Mîhrîcana Ciwanên Kurdistanê ku îsal cara duyemîn hat lidarxistin, li bajarê Freîbûrg a Almanyayê bi beşdariya sedan ciwanan bi dirûşmeya “Çand mertala hebûna me ye” hate lidarxistin.
 
Di Mîhrîcana Ciwanên Kurdistanê de bi sedan ciwanên Kurd ên ji welatên  Almanya, Hollanda, Belçîka, Fransa û Swîsreyê hatin cem hev. Ciwanên ku di destpêka mîhrîcanê de bi berzkirina dirûşma “Bijî Seroka Apo” ber bi dikê ve meşiyan.
 
‘Li dijî tecrîdê bi hev re têbikoşin’
 
Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtina dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, komîteya amadekar a mîhrîcanê axaftina vekirinê kir. Komîteyê destnîşan kir ku dijberiya ciwanan a li dijî polîtîkayên şerê taybet wê pêkan be û di her kêliya jiyana xwe de wê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bijîn. Di axaftinê de  wiha hate gotin: "Hûn ciwanên hêja yên Kurdistanê, bi baweriya ku hûn ê polîtîkayên şerê taybet têk bibin, di vê têkoşînê de bi hev re dimeşin. Berî her tiştî em tecrîda Îmraliyê ya ku li cîhanê mînaka wê tineye û li ser Rêber Apo tê meşandin şermezar dikin. Em bang li we ciwanan dikin ku li dijî tecrîdê hemû bi hev re têbikoşin."
 
Piştî axaftina vekirinê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Sîdar Berîtan û li ser navê Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) Arya Nurhak axivîn.  Bernameya bi axaftina Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Engîn Sever, li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Gulistan Ateş û li ser navê Malbatên Şehîdan Mesût Arvas berdewam kir. Di daxuyaniyan de bal kişandin ser rola ciwanan a di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de tê meşandin.
 
Ciwan derketin ser dîkê û hûnera xwe pêşkêş kirin
 
Piştî axaftinan sirûda nû ya TCŞ'ê cara yekemîn ji aliyê Ciwan Şoreş ve di mîhrîcanê de hat pêşkêşkirin. Hunermendên wekî Koma Çar Newa, Îbo Qamişlo, Meral Alkan, Rêber Serhed û Beyan li ser dikê stranên xwe gotin. Her wiha koma folklorê ya ciwanên Saarbruckenê derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Dawiyê sînevizyona li hemberî şerê taybet rola ku dikeve ser milê ciwan hatibû amadekirin hate pêşandan.
 
Lîstikên boks, kişik, tenîsa maseyê û badmînton hatin lîstin
 
Li qada mîhrîcanê lîstikên boks, kişik, tenîsa masê, badmînton û lîstikên din ên Kurdistanî hatin lîstin. Mîhrîcan serê sibê saet di 11:00 de dest pê kir û êvarê saet di 18:00 de bi dawî bû.