RJAK’ê sedema qetilkirina jina ciwan eşkere kir

  • 15:08 26 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 20’ê Gulanê de li navçeya Pênciwênê jinek ciwan ji aliyê bavê xwe hate kuştin, RJAK’ê derbarê sedema kuştina jina ciwan de daxuyaniyek parve kir û hate gotin; “Destdirêjiya li ser jina ciwan a ji aliyê bavê wê ve, tê wateya destdirêjiya ser hemû civakê. Divê tometbar bi awayê herî giran were cezakirin.”
 
Di 20’ê Gulanê de jinek ciwan ya 18 salî li navçeya Pênciwên ya ser bi Silêmaniyê ji aliyê bavê xwe ve hate kuştin. Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK) derbarê mijarê de daxuyaniyek parve kir. RJAK’ê ragihand ku kuştina jinan bi ti awayî nayê qebûlkirin, divê helwestek lezgîn were nîşandan û sûcdar werin cezakirin.
 
Daxuyaniya RJAK’ê wiha ye:
 
“Kuştina jina ya di bin navê namûsê de ji xwarin û vexwarina avê hêsantir bûye, ji ber ku kujer, tecawizkar nayên cezakirin û ji bo wan tê gotin pirsgirêka namus, civakî û malbatî ye. Yanî kuştinê rewa dikin.
 
Di 20’ê Gulanê de li navçeya Pênciwênê keçek 18 salî ji aliyê bavê xwe ve bi kêrê tê kuştin, piştî lêkolînên me kirî, xizmên keça hatî kuştin û di nav xelkê de jî bi eşkere dibêjin ku bavê wê keçê, gelek caran destdirêjiyê li keça xwe kiriye. Ji bo ku keça wî li dadgehê vê eşkere neke, keça xwe bi kêre kuştiye û êrişî hevjîna xwe jî dike. Beriya wê jî gelek caran êrişî hevjîna xwe jî kiriye. Bav bişêweyek hovane destdirêjiyê li ser keça xwe dike, ev karesateke û nayê pejirandin.
 
Ev ne yekem jin e ku ji aliyê xizmên xwe ve tê kuştin, gelek jinên din hene, hinek eşkere bûn û hinek jî bi veşartî man. Ev jî lûtkeya bê exlaqiyê nîşan dide. Ne hişyarî gihiştiye astek wisa ku malbat newêrin li hemberî mêr biaxivin, gelek caran neçar dimînin bêdeng bimînin, ji ber ku rêya çareseriya ji vê dojehê nîne. Yan jî gelek caran xwe dikujin yan jî tên kuştin.
 
Sedema vêjî hikumet, rêxistin û yasayên ku nîneye, yan jî ew yasayên li dijî jinan in sedema karesatên bi vî awayî. Jinan tenê weke kel û pelek dibînin, weke xizmetkar, amûrên zarokçêkirinê dibînin. Erkê me hemûyan e ku em civakê hişyar bikin da ku aqilê ku jinên weke namusê dibînin dawî bînin. Ev metirsiyek mezin e ku di civakê de pêk tê, hemû aliyên peywendîdar dixe bin pirsiyar, erk û berpirsyartiyan. Divê bi rastî jî karek cidî were kirin.
 
Çawa dibe bav ji sucê tecawuzê rizgar bibe, karek wiha hovane bike û li ser navê namusê keça xwe bikuje? Divê hemû rewşenbîr, takên civakê bêjin kar û erkê me li hemberî vî sucî çiye? Divê hemû sûcdar bi cezeyekî giran werin cezakirin.
 
Wek RJAK em vê karesatê li ser civakê weke metirsî dibînin û nayê pejirandin, çi erkek bikeve ser milê me, em weke erkê xwe dibînin. Di vê çarçoveyê de armanca me parastina jinan e. Ev karesat cihê şermezarkirinê ye, pêwîst e cezayek giran li tometbar bê birîn.”
 
Hêjayî gotinê ye dema bûyer qewimî, rêveberiya polîsan a Silêmaniyê bûyerê weke pirsgirêkek malbatî bi nav kir. "