ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 30 Kanûn 2023
  • Rojev
 
* Malbata girtiya nexweş Sudan Guven a tê gumankirin ku bi nexweşiya pençeşêrê ye û tehliyeya wê 3 caran hatiye astengkirin, diyar kir ku ji ber nehiştin Sudan tevli cenazeya bavê xwe, birazî û xwişka xwe bibe nexweşiya wê giran bûye û diyar kirin ku di rapora hatiye amadekirin de îbareya "Hewce bi dîtina doktorê pispor tune" cih digire. BI DÎMEN 
 
* Kesên tevli çalakiya Nobeta Edeletê bûne diyar dikin ku ji bo azadiya Rojhilata Navîn û cîhanê divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe û gotin heta ku azadî pêk neyê wê têkoşîna wan bidome. BI DÎMEN
 
* Dayika Şemiyê Hanim Tosun ku 28 sal berê hevjînê xwe winda kir, bi biryarek mezin li hestiyê hevjînê xwe digere. Hanim tevî hemû zext, biçavkirin û dozên lê hatine vekirin têkoşîna xwe didomîne û got: “Bila arşîvan vekin û gorê nîşan bidin. Piştî vê bila gumanbar bên darizandin. Bila sala 2024’an bibe wesîleya ku kes binçavan de winda nebe û li kolanan neyê îşkencekirinê.” BI DÎMEN