Li Eyn Îsayê êrîş: Zarokek birîndar bû
- 13:16 28 Kanûn 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşa dewleta Tirk a li ser Eyn Îsayê de, zaroka 16 salî birîndar bû.
Di bombebarana dewleta Tirk a li ser Eyn Îsayê de, zaroka 16 salî ya bi navê Xilûd El Mistefa ji piyê xwe birîndar bû.
Xilûd El Mistefa li Nexweşxaneya Reqayê tê tedawîkirin. Hat diyarkirin ku 3 tendonên lingê wê qut bûne.