Mûçeyê asgarî yê nû 17 hezar û 2 TL hat aşkerakirin
- 20:33 27 Kanûn 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Ewlehiya Xebat û Civakî Vedat Işikhan got: “700 lîra piştgiriya mûçeyê asgarî, mûçeyê asgarî yê nû 17 hezar û 2 lîra hat diyarkirin.”
Sêyemîn civîna ji bo tespîtkirina mûçeyê asgarî ya sala 2024’an ya li Beştepe pêk hat bidawî bû. Bi tevibûna serokê giştî yê AKP’ê û serokomar Tayyîp Erdogan civîn pêk hat û piştî civînê Wezîrê Ewlehiya Xebat û Civakî Vedat Işikhan daxuyanî da.
Vedat Işikhan wiha got: “700 lîra piştgiriya mûçeyê asgarî, mûçeyê asgarî yê nû 17 hezar û 2 lîra hat diyarkirin.”