Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Rojava hatin protestokirin
- 18:45 27 Kanûn 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê êrîşê Tirkiyeyê hatin protesto kirin û hat diyar kirin kuTirkiye mafên cîranên xwe, mafên mirovan û yên wekheviya olan nas nake.
Ji 23'yê vê Kanûnê ve Tirkiye êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya balafirên bêmirov û topan zêde kirine, ku di 2 rojên borî de 44 navendên xizmetguzarî, bazirganî û ewlekarî topbaran kirin.
Li hember van êrişan Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji pêşiya Nexweşxaneya Firat a kantona Reqayê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êriş û sûcên Tirkiyeyê li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ne bi taybetî madeya /1/ ya peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya parastina ewlehî û aştiya navneteweyî û madeya /2/ ya çareserkirina hemû aloziyan bi rêbazên aştiyane.
Reqa
Her wiha, Hevgirtina Al El Beyt û Saziya Kar û Barên Olî ya kantona Reqayê ji qada Jinan a navenda Reqayê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hedefgirtina binesazî, nexweşxane, çapxane, daîreyên sivîl û xizmetguzarî hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: "Êdî zilma dewleta Tirk tu sînoran nas nake, ne sînorê mafê cîranan, ne yê mafên mirovan û ne jîbiratiya olan û mirovahiyê nas dike."
Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdî bi daxuyaniyekê kiryarên Tirkiyeyê yên dermirovî û derqanûnî şermezar kirin û wek sûcên şer bi nav kirin.
Tebqa
Li kantona Tebqayê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku piştî serkeftina pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di parastina hevgirtina niştîmanî û sazkirina hevpeymana civakî de, Tirkiyeyê dest bi hewldanên têkbirina vê projeyê kir û bi hemû rêbazan êriş pêk anîn.
Di daxuyaniyê de piştgirî ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser li hember çavnebariya Tirkiyeyê hat nîşandan.
Dêrazor
Li kantona Dêrazorê bi sedan şênî êrişên Tirkiyeyê û hedefgirtina binesaziyan bi meşekê şermezar kirin.
Meş ji pêş avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê dest pê kir û li çerxerêya Meamil rawestiya û li wir bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Dêrazorê daxuyanî hat xwendin.Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca dewleta Tirk ji êrişan ew e ku zexteke hundirîn li dijî Rêveberiya Xweser peyda bike, lê ev hewldan wek hewldanên berê jî dê bên têkbirin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û saziyên wê hat kirin ku li hember siyasetên Tirkiyeyê helwesteke cidî bigirin û van binpêkirinan rawestînin.