33 partî û tevgerên siyasî êrişên li hember Rojava şermezar kirin
- 15:26 25 Kanûn 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 33 partî û tevgerên siyasî bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên hewayî yên dewlet Tirk a şermezar kirin.
Nûnerên 33 partî û rêxistinên siyasî li taxa Meheta ya Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin ba hev. Dema nûnera Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê Heyfa Mehmûd daxuyanî dixwend, balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk li nêzî cihê dayîna daxuyaniyê gelek dever bombebaran kirin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker 23’yê Kanûnê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binesaziyê enerjiyê, navendên petrol û ceyranê bombebaran kirin.
Partiyan bi tundî êriş şermezar kirin û got armanc ji van êrişan têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê ye.
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewamkirina êrişên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşê aloztir dike û ewlehî û îstiqrara herêmê dixe metirsiyê. Hate gotin: "Dewleta Tirk beşên mezin ên bakurê Sûriyeyê dagir kirine, armanc dike îradeya gelê Sûriyeyê ya dixwaza serdesteiya xwe vegerîne û li hemberî despotiya navendî demokrasiya aştiyane pêk bîne, bişikîne. Tirkiye faktora sereke ya binkeftina tevgera gelê Sûriyeyê ya azadî û demokrasiyê ye.”
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk, bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û wiha hat gotin: "Dewleta Tirk bi taybetî li dijî gelê Kurd, sûcên şer û qirkirinê li dijî niştecihên resen pêk tîne, wan koçber dike, demografiya herêmê diguherîne û alîgirên xwe yên xwedî îdeolojiya tundaw a AKP’ê li malên wan bi cih dike. Her wiha sûdê ji rewşa li Rojhilata Navîn digire û li ber çav û guhê civata navneteweyî projeyên xwe yên mêtingeriyê dimeşîne."
Partî û rêxistinên siyasî di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî kir ku li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk helwesteke zelal bide. Partî û rêxistinan piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman û hişyarî da civaka navneteweyî ku ev êriş bidin sedema vegera xetereya DAIŞ’ê li Sûriyeyê û ewlehî û îstiqrara navneteweyî bixin metirsiyê.
Bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê jî hat kirin ku siyasetên dewleta Tirk li ber çavan bigirin û hişyarî da ku ev êriş ked û fedakariyên ku di şerê li dijî terorê de hatine dayîn, pûç bike.
Partî û rêxistinên siyasî her wiha welatên Ereban kir ku rola xwe der bare Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi cih bûne, piştgiriyê bide hêzên wê yên siyasî yên demokratîk û hate gotin: "Ev hêz bingeha sereke ya çareseriya siyasî ya demokratîk e, ji ber xwedî projeyeke nîştimanî ya çareserî û bidawîkirina dagirkeriyê û vegerandina silametî û serdesteiya Sûriyeyê ne."
Partî û rêxistinên ku daxuyanî dane ev in:
1- Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
2- Partiya Kesk a Demokratîk
3- Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
4- Partiya Lîberal a Kurdistanê
5- Partiya Komunist a Kurdistanê
6- Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyeyê
7- Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S)
8- Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê
9- Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê
10- Partiya Sûriyeya Pêşerojê
11- Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistsanê
12- Partiya Nûjen a Kurdistanê
13- Yekitiya Kedkaran a Kurdistanê
14- Desteya Nîştimanî ya Erebî
15- Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê
16- Partiya Rêkeftin a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê
17- Partiya Çaksaziyê-Sûriyeyê
18- Partiya Asûrî ya Demokratîk
19- Partiya Biratî ya Kurdistanê
20- Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê
21- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
22- Kongra Star
23- Partiya Muhafazekaran
24- Partiya Têkoşîna Azad
25- Partiya Pêşerojê ya Kurdistanê
26- Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê
27- Heyet Tensîq El Weteniya-Hereket El Texyîr El Demoqratî
28- Partiya Yekitiya Suryan
29- Partiya Kombûna Neteweyî ya Kurdistanê
30- Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)
31- Partiya Yektiya Demokratîk a Kurd li Sûryeyê (Yekitî)
32- Şepêla Çepgir a Şoreşger li Sûriyeyê
33- Partiya Sûriyana.