Li Sûrê li ser daxwaza jinan navenda piştevaniyê hat vekirin

  • 09:04 21 Çile 2025
  • Rojane
 Şehrîban Aslan
 
AMED-Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol diyar kir ku li gorî lêkolînên ku wan kirine  li Sûrê ji 10 jinan 6 jê dermanên antîdepresan bi kar tînin û got, "Ji ber ku jin xwe tenê hîs dikin van dermanan bi kar tînin û ji bo ku jin xwe bi tenê hîs nekin me navendeke piştevaniyê ya jinan vekir." 
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Patî) Şaredariyanavçeya Sûrê ya Amedê bi rêjeya ji sedî 63,60 dengan bi dest xistibû. Şaredariya Sûrê ku piştî 8 salan ji qeyûman hat standin, nêzî salekê ye bi gel re di nava têkiliyê de ye û ji bo şaredartiya gel  mînak e. Hevşaredar Gulan Onkol û Adnan Orhan ku hewl didin hemû pirsgirêkan bi taybetî yên jinan û bi giştî gelê Sûrê çareser bikin, dixwazin ku daxwazên gel bi cih bînin. Tê gotin ku astengiya herî mezin a li ber xizmetên wan, deynên bi milyonan ên qeyûm e. Lê Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol, diyar kir ku ew vê yekê weke hincet nabînin û her tim li proje û hevkariyan digerin û ji bo gel çi ji destê wan bê ew ê bikin.
 
Em hêza xwe ji gotinên gel digirin'
 
Gulan Onkol, anî ziman ku wan piştî 8 salên desthilatdariya qeyûm şaredarî bi dest xisitn û diyar kir ku bi pergala hevserokatî û temsîliyeta wekhev jin zêdetir xwedî li saziyên xwe derdikevin. Gulan Onkol li ser helwesta kesên ku hatin serdana wan jî got, “Ji me re digotin ku hatine mala xwe. Wan anî ziman ku şaredarî ya wan e û ji şaredariya xwe li benda xebatê ne. "Em hem hêz ji van niqaşan digirin û hem jî kêfxweş dibin. "
 
'Zevî ji bo ereseyan pêşkêş kirin'
 
Gulan Onkol der barê mijara budçeya şaredariyê de jî wiha got: “Dema em hatin şaredariyê,  Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê der barê tedbîrên teserûfê de giştîname weşand. Em baş dizanin ku mebesta vê giştînameyê tengkirina qadên xebatê yên şaredariyan e. Ji ber ku di butçeyên dewletê de kanalên xerckirina pir cidî hene. Li gel ku butçe ji van deran nehat birîn, ji bo şaredariyên ku di nava gel de ne û ji bo gel dixebitin, qedexeyên bi vî rengî li ber xizmetan bûn asteng. Vê rewşê gelek zor li me kir û hîna jî dike. Ji ber ku me şaredariya xwe bi deynên mezin girt. Qeyûm b pêşkêşkirina zeviyan, nedana mûçeyê karkeran û bi dizî û talanê şaredarî rêve biriye."
 
 'Me navenda piştevaniya jinan vekir'
 
Gulan Onkol amaje bi wê yekê kir ku sazî û kooperatîfên jinan di heyamên berê yên qeyûman de rasterast hatibûn girtin û wiha got: “Li gorî feraset û paradîgmaya partiyê me saziyên ku aboriyê pêş bixin ava kiribûn. Me di van waran de xebatên xwe domandin. Lê mixabin feraseta qeyûm ya jinan hemû saziyên jinan girtin. Em ji bo jinûve vekirina saziyan û peydakirina îstîhdama di warê aborî ya jinan de dixebitin. Ger em bibêjin me çi kir; Herî dawî me Navenda Piştevaniya Jinê ya Xwebûna Jîn ku heta niha venekiriye vekir. Me jê re got rewşa jinê ya dîtina cewherê xwe. Ji ber ku yek ji polîtîkayên li Sûrê tên meşandin jî xizaniya jinê ye, ji bo me ev girîng e. Tundûtûjî, îstismarkirina maddeyên bi hişbir û fuhûşê hemû bi xizaniyê re derketine lutkeyê. "Di vî warî de dema ku plansaziya xwe ya stratejîk amade dikir, em her tim bi jin, ciwan û zarokan re di civînên gel de hatin cem hev."
 
'Li ser daxwaza jinan me vekir'
 
Gulan Onkol wiha got: “Me xwest bi gelê Sûrê re xebatên 5 salên pêş  xwe plan bikin û wiha got: “Me planên xwe jî li ser vê tevlêbûna jin û civakê çêkir. Navenda piştevaniya jinan jî stûna vê ye. Di lêkolînên me de, jinan got ku ew naxwazin antîdepresan bi kar bînin. Li Sûrê ji 10 jinan 6 jê dermanên antîdepresyon bi kar tînin. Wan got ku ew xwe tenê hîs dikin. Lê mixabin di heyamên qeyûman de jî polîtîkaya tecrîdê hate meşandin. Van lêkolînan jî nîşanî me da ku piraniya jinan karkerên malê ne. Li ser daxwaza jinan me biryar da ku navenda hevgirtinê vekin. Psîkolog û parêzerekî me hene. Xizmetên lênêrînê ji bo zarokên jinên ku tên vir jî tê dayîn."
 
 'Di hevdîtinan de me serdestiya jinê di çareserî de dît'
 
Gulan Onkol, destnîşan kir ku hebûna hevserokatiya jin wan zêdetir nêzî jinan kiriye û diyar kir ku dema bi jinan re hevdîtin pêk anîne ji wan pirsîn ka ew çi dixwazin û daxwazên wan çi ne KIRINE. Gulan Onkol got, “Jin di deqeyên ewil de sekinîn û bersiv nedan. Ji ber ku bi salan di dema qeyûm de pirsgirêkên wan  nehatin çareserkirin. Di civakê de bi tevahî hatine paşguhkirin. Di encama xebatên me de me dît ku jin çiqasî li ser pirsgirêkên civakê xwedî gotinin. Jinan gotin, 'fhûş heye û biaranîna hişbirê heye.  Lê eger hûn qadên civakî ji bo ciwan, jin û zarokan pêş bixin, hûn ê pêşî li vê bigirin.' Bi rastî, ew têra xwe zanîna civakê heye ku çareseriya pirsgirêkan pêş bixe. Hevdîtinên me kirin ne tenê li ser şaredariyê bûn. Em ji van hevdîtinan gelek tişt fêr bûn. "
Di dawiyê de Gulan Onkol bal kişand ser maddeya hişbir û fuhuşê ku pirsgirêka Sûrê bi taybetî û tevahiya Kurdistanê ye û wiha got:
 
“Divê şaredarî li hemberî van pirsgirêkan tedbîrên pêşîgirtinê bigirin. Di vê wateyê de me bi Komeleya Psîkologên Mezopotamyayê re protokolek îmze kir. Hem ji bo lêkolînên li ser jinan û hem jî ji bo tedbîrên pêşîlêgirtinê. Modulên wê lêkolînê li ber qedandinê ne. Me ev protokol bi piranî ji bo ciwan û zarokan îmze kir. Me ji destpêkê ve digot ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên herêmê tiryak, fuhuş, xizanî û polîtîkayên şerê taybet ên li ser van mijaran tên meşandin e.  Ger ev pêşbikevin, em plan dikin ku bi taybetî ji bo ciwanan tesîsên civakî ava bikin."
 
Em ê vê bîrê her tim nû bihêlin
 
Gulan Onkol diyar kir ku ji bo Sûrê vê bangê dike û wiha dawî lê anî: "Em di wê baweriyê de ne ku heta em bi hev re bin, em dikarin li hemberî her tiştê ku tê serê me bisekinin. Em di wê baweriyê de ne ku bi parastina çand û zimanê xwe yekitî û hevgirtin dikare bê parastin. Jixwe li vir li ser ziman û çandê polîtîkayeke giran a asîmîlasyonê heye. Lê herêma Sûrê herêmeke dîrok û bîranînê ye. Em li vir diyar dikin ku em ê vê bîrê her tim zindî bihêlin û xebatên xwe berfirehtir bikin.”