Li ber NY’ê greva birçîbûnê ya girtiyan hat silavkirin
- 20:06 20 Kanûn 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Cenevreyê de, kesên di komkujiyên meha Kanûnê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn. Di çalakiyê de greva birçîbûnê ya girtiyan silav kirin û gotin wê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li qadan bin.
Çalakiya rûniştinê ya ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her roja Çarşemê li ber nûnertiya NY’ê ya li Cenevreyê tê lidarxistin, dewam dike. Çalakiya vê hefteyê ji bo kesên di Komkujiya Mereş a 1978, Komkujiya Girtîgehan a 2000’an û Komkujiya Roboskî ya 2011’an de jiyana xwe ji dest dane û ji bo Dayika Taybet a di dema xwerêveberiyê de cenazeya wê 7 rojan li kolanan hatibû hiştin, bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê komîteya çalakiyê ya Cenevreyê Mustafa Altunbaş axivî. Mustafa kesên di komkujiyên meha Kanûnê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got ku dîroka dewleta Tirk dîroka komkujiyan e. Mustafa greva birçîbûnê ya girtiyan silav kir.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) a Cenevreyê Tuba Yilmaz jî di çalakiyê de axivî û got: “Ev pergala tecrîdê û êşkenceyê 35 meh in zêdetir bûye û li dijî mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî xistine dewrê.” Tuba Yilmaz diyar kir ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li qadan bin.
Tubayê banga tevlîbûna meşa navendî kir ku wê di salvegera Komkujiya Parîsê ya 2’emîn de bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ve di 23’ê Kanûnê de li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bê lidarxistin û wiha got: “Em li Cenevreyê bang li gelê xwe yê çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin. Em her tim li kolanan têbikoşin. Di têkoşîna me de wê berxwedana me ya li dijî tecrîdê bi ser bikeve. Em gelê Kurd û dostên wan ji bo rakirina tecrîdê çalakiyên xwe bidomînin û her tim li qadan bin. Di vê çarçoveyê de em komîteya çalakiya Cenevreyê cihê xwe di meşên ku di 23’ê Kanûnê de li Zurîhê û di 6’ê Çîleyê de li paytexta Fransa Parîsê bê lidarxistin bigirin ku bi daxwaza eşkerekirina komkujiyan û hesap xwestina ji berpirsyaran bê lidarxistin.”