Doza Kobanê: Rapora TEM'ê di wesfê talîmatekê de ye
- 23:11 18 Kanûn 2023
- Rojane
ENQERE - Parêzer Ebrû Akkal diyar kir ku di îdianameya Doza Kobanê de ji bilî nasnameya siyasetmedara Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tuncelê tu delîlên şênber nîn in û got: "Pêşî bersûc hatin afirandin û hat gotin, 'Em çawa dikarin van bersûcan bi 6-8'ê Cotmehê ev e girêbidin.' Rapora Şaxa TEM'ê ya di dosyeyê de talîmata midûriyeta polîsan a ji bo dozgeriyê ye."
Danişîna Doza Kobanê ya ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Eneqereyê ve tê lidarxistin li eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê didome.
Di rûniştina li Kampusa Girtîgeha Sîncanê de parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) gelek kes amade bûn. Rûniştin ku bi xwendina belgeyên piştî tespîtkirina nasnameyan li dosyayê hatin zêdekirin dest pê kir, bi îfadeyên parêzera Sebahat Tûncelê Ebrû Akkal berdewam kir.
Danişîn dê sibê bi parastina Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdagê bidome.