Serdana Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya MKG û DFG
- 13:03 14 Kanûn 2023
- Rojane
AMED - Delegasyona Jinan a Navneteweyî MKG û DFG ziyaret kir. Di serdanê de armanca avakirina MKG û zextên li ser rojnamegerên kurd ên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin nirxandin.
Delegasyona Jinan a Navneteweyî Komeleya Rojnemgerên Jin ên Mezopotamya û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) ziyaret kir. Endamên heyetê ku di nav de parêzer, siyasetmedar û akademîsyen jî hene, ji aliyê Seroka MKG'ê Roza Metîna, Rêvebera Nûçeyan a JINNEWS'ê Safiye Alagaş û endama DFG'ê Gulşen Koçuk ve hatin pêşwazîkirin.
Roza li ser dema avabûna MKG û armancên wê ji endamên heyetê re axivî û bal kişand ser zext û tundiya giran a li hemberî rojnamegerên li Kurdistan û Tirkiyeyê.