Çalakiya greva birçîbûnê di roja 5’an de dewam dike

  • 11:14 1 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya dorveger ku bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” li girtîgehan hatiye destpêkirin di roja 5’an de dewam dike. 
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakî, di roja 5’an de dewam dike. 
 
Girtiyên PKK û PAJK’î çalakiya xwe di 27’ê mijdarê de dan destpêkirin û dê di 15’ê Sibatê de bi dawî bikin. 27’ê Mijdara 1978’an, roja “Kongreya Avakirinê” ya PKK’ê ye ku li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê hatibû lidarxistin. 15’ê Sibatê jî roja girtina Abdullah Ocalan û radestkirina li Tirkiyeyê ye. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin û 32 meh in jî bi tu awayî destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike.