'Ji bo Rojînê daxwaza me ya edaletê dê bidome'
- 14:04 22 Çile 2025
- Rojane
ENQERE - ÎHD'ê ji bo Rojîn Kabaiş a li Wanê hat windakirin û 18 roj şûnde bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin banga edaletê kir û got, "Em ê ji bo hemû jinên bi guman mirine gotina xwe bibêjin û ji bo ronîkirina mirina jinan a bi guman têbikoşin."
Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî mirina bi guman a xwendekara Zanîngeh Yuzuncu Yil ya Wanê Rojîn Kabaiş a 21 salî ku 18 roj piştî ji yurda ku di 27’ê Îlonê de lê dima derket û cenazeyê wê hat dîtin, li avahiya şaxa xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Metna daxuyaniya çapemeniyê li ser navê ÎHD'ê sekretera şaxê Neylan Solmaz xwend.
'Cînaeyeta Rojîn Kabaiş neyê Ronîkirin'
Neylan Solmaz da zanîn ku agahiyên di rapora yekemîn a Saziya Tipa Edlî de ne temam in û destnîşan kir ku pirsên têkildarî mirina Rojîn Kabaiş jî bêbersiv mane. Neylan Solmaz got, “Rapor ji dayîna çend agahiyan li ser mayîna di avê de wêdetir neçû. Herwiha xwediyê nimûneyên DNA yên li ser cenazeyê Rojîn nehatine tespîtkirin û heta niha ti gumanbarek di dosyayê de nehatiye diyarkirin. Ji ber ku rapor nehatiye temamkirin, pirs bêbersiv mane û sînordarkirina li ser dosyayê gumanan çêdike ku zelalkirina vê dosyayê nayê xwestin. Ji roja ewil ve hewl hat dayîn ku bûyer weke întîxar bê nîşandan. Lê belê her çendî divê hemû delîl bên lêkolînkirin û rastî derkeve holê jî, ev nehatiye kirin û raporên pisporan di dosyayê de tune ne."
'Kujer bi sûcdarkirina jinan xwe diparêzin'
Neylan Solmaz got, "Qirkirina jinan ne bûyerên cuda ne ku bi tesadufî çêdibin. Jin ji ber vê pergala ku tundiya sîstematîk a mêr a li hemberî jinê ji nedîtî ve tê tên qetilkriin. Mêrên ku serdestiya li hemberî jin û zarokan mafê xwe dibînin, vê cesaretê ji dewletê digirin. Dewleta ku jinan li hemberî tundiya mêr naparêze û daraza ku ji bo provokasyonên bêhiqûqî tawîzan dide kujerên jinan, xizmeta baviksalariyê dike. Kujerên jinan di nav me de ne, li malên me, li kolanên me, li kargehên me, bi kurtasî li hemû qadên me yên jiyanê ne. Kujerên jinan dizanin ku dema herin salona dadgehê û jina ku kuştin sûcdar bikin ew ê bên berdan ."
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
Neylan Solmaz wiha dawî li axaftina xwe anî, "Em ê ji bo Rojîn Kabaiş û hemû jinên bi guman jiyana xwe ji dest dane dengê xwe bilind bikin û ji bo mirina bi guman a jinan dê têbikoşin. "