Li Şirnexê 22 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
- 21:48 28 Mijdar 2023
- Rojane
ŞIRNEX- Li Silopiya û Cizîrê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Li navçeya Silopiya û Cizîrê yên girêdayî Şirnexê di 25’ê mijdarê de polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û zarok jî di nav de bi giştî 22 kes bi hinceta “ixbar heye” hatibûn binçavkirin. Her 22 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî îfadeya li midûriyeta polîsan a Şirnexêsewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya li serdozgeriyê 5 jê bi şertê kontrolkirina edlî her 22 kes hatin berdan