Xwebûn bi manşeta 'Konfederalîzma Demokratîk' derket

  • 09:18 30 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 202’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Çareseriya ji bo şerê Îsraîl û Filistînê: Konfederalîzma Demokratîk” derket.
 
Rojnameya Xwebûnê ku weşana kurdî dike û hefteyê carekê wekî kaxiz tê çapkirin, hejmara xwe ya 202’emîn çap kir. Rojname vê hefteyê bi manşeta “Çareseriya ji bo şerê Îsraîl û Filistinê: Konfederalîzma Demokratîk” derket pêşberî xwînerê xwe. 
 
Nivîskarên rojnameyê vê hefteyê de bal kişandin ser meselaşa şerê li Rojhilata Navîn û çareseriya Konfederalîzma Demokratîk ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşnîyar kiriye. Adar Gulan ku nivîskara rûpela Jinê ye, bi sernavê “Çareserî nexşe-rêya Rêber Abdullah Ocalan e” bal kişand ser pêşdîtina Abdullah Ocalan û diyar kir paradîgmaya netewe û konfederalîzma demokratîk a Rojhilata Navîn ku Abdullah Ocalan bi pêş xistiye dikare pirsgirêkan çareser bike.
 
Her wiha bi sernavê “Xweşkanî AKP û Hamas hevkarên hev ên îdeolojîk in” hat diyarkirin ku pirsgirêka netewe-dewletê di bingeha nakokiyên Rojhilata Navîn ên mîna Îsraîl-Filistîn, pirsa kurd û şerê navxweyî yê Sûriyeyê hene û ev tişt got: “Ji bo çareseriya pirsgirêkan dema mirov li pirengiya etnîkî û olî ya li Rojhilata Navîn dinêre rêya herî guncav weke konfederalîzma demokratîk derdikeve pêş. 
 
Di heman demê de di hevpeyvîna bi sernavê “Ji bo kurdî banga li  Partiyên kurd: Werin em stratejiyeke hevpar ava bikin” de hat diyarkirin ku peywira pêşxistina zimanê kurdî ne tenê peywira partiyan e û bang li hemû partiyên kurd hat kirin ku ji bo pêşxistina zimanê kurdî stratejiyeke hevpar ava bikin. 
 
Rojnameyê dîsa bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê jî cih da dosyaya Kobanê. Bi sernavê “Berxwedana sedsalê ya bi xwînê neqişandin: Kobanê” pêvajoya şerê li Kobanê û berxwedana kurdan a li dijî DAIŞ’ê û hêzên navdewletî di rojnameyê de cih girt.