Tirkiyeyê êrîşê Eyn Îsa kir: Kesek birîndar bû
- 18:35 25 Cotmeh 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşên Tirkiyeyê yên li hember navenda Eyn Îsa, gündeki wê û kewarên genim yên li bakur de welatiyek birîndar bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Tirkiyeyê li hember taxên rojavayê Eyn Îsa, gundê Mişêrfê û kewarên genim yên bakurê navçeyê êrîş pêk anîne. Di êrîşan de kesê bi navê Beşar Ehmed birîndar bû.
Hat diyarkirin ku êrîşên li hember herêmê didomin.