Gumanbarê hewl da Gulderenê qetil bike hat girtin
- 18:05 21 Cotmeh 2023
- Rojane
DENÎZLÎ - Li Denîzliyê gumanbar Beytullah Şeker yê hewl da jina binavê Gulderen Ş. Ku di asta destberdanê de bû qetil bike, piştî mudaxaleya welatiyan hat binçavkirin û girtin.
Li taxa Hacikaplanlar a Denîzliyê 6 roj berê mêrê bi navê Beytullah Şeker xwest jina bi navê Gulderen Ş. ku pê re di asta destberdanê de bû qetil bike. Lê welatiyên derdorê mudaxale kir û Gulderen rakirin nexweşxanê.
Gumanbar jî ji ber di bedena wî de gelek şikestin hebûn rakirin nexweşxanê. Piştî dermankirinê hat binçavkirin û girtin.