Kombûna Jinan a Zenûbya tevli pêngava azadiyê bû
- 15:04 21 Cotmeh 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ragihand ku ew tevli pêngava cîhanê ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dibin.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Reqayê, bi beşdariya endamên meclis, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, saziyên sivîl ên Reqayê daxuyaniyek li stada Beledî da. Berdevka meclisê Sewsen Xelef daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em berxwedana dîrokî ya Abdullah Ocalan li Îmraliyê, binxistina komploya navneteweyî bi berxwedaneke bêhempa, têkbirina hêzên komploger, felckirina pergala tecrîd û îşkenceyê li Îmraliyê, silav dikin.
Em tevli pêngava cîhanê ya bi dirûşma 'Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” dibin. Em piştgiriya pêngavê dikin û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan em dengê xwe bilind dikin.
Em ê teqez bi mezinkirina têkoşînê re azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. Her wiha divê cîhanê baş fêm bike ku navenda pêkanîna aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn, li Îmraliyê ye."