Tezkereya Iraq û Sûriyeyê li meclîsê hat qebûlkirin
- 20:42 17 Cotmeh 2023
- Rojane
ENQERE - Tezkereya ku rayeya êrîşa dersînor ya li hember Iraq û Sûriyeyê dida li meclîsê hat qebûlkirin.
Tezkereya ku rayeya du sal dirêjikrina operasyona dersînor ya li hember Iraq û Sûriyeyê dida serokomar, li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat nîqaşkirin.
Piştî nîqaşên hatin kirin tezkere dan ber dengdayînê û bi dengên AKP-MHP, Îyî Partî, Partiya Saadet, Partiya Pêşeroj û Devayê hat erêkirin.
Denê Partiya Wekhevî û Demokrasî (HEDEP û CHP’ê denga ‘na’ bikar anîn. Li gorî vê 357 parlamenterî ‘erê’ 164 heb jî ‘na’ bikar anîn.