33 partiyan li hember êrişan banga hevgirtinê kir
- 16:23 6 Cotmeh 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê û hêzên demokratîk ên li Tirkiye û cîhanê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.
33 partiyên kurdî û erebî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk dijî avahiyên stratejîk ên herêmê daxuyaniyeke hevpar da. Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Partî) Nesreddîn Îbrahîm li hola navenda Dîplomasiya Civakî li bajarê Qamişloyê daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi awayekî hovane rastî êrişan tên. Êriş bi balafirên bêmirov û biçek tên kirin û sivîl, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rêveberiyên saziyên sivîl dibin hedef. Dewleta dagirker 4`ê Cotmehê jî êrişeke berfireh li dijî herêmê ji seranserê xeta sînor, heta Kobanê û Hesekê da destpêkirin. Her wiha hemû navendên jiyanê mîna stasyonên av, kehrebe û pîşesaziyê kirin hedef.
Dewleta Tirk gelek dever dagir kirin, xelkê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî da koçberkirin û niha jî hewl dide herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike. Bêdengiya navneteweyî jî hat rexnekirin û wekî hevkariya sûcên li dijî gelê Sûriyeyê hat hesibandin.
Dewleta Tirk pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve girê dide. Vê siyaseta dijminahiyê ya Enqerê ji bo herdu gelên Sûriye û Tirkiyeyê bûye bela. Wekî partiyên siyasî me her tim piştgirî daye aştiya navxweyî li Sûriyeyê û welatên cîran.
Bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê jî hatin şermezarkirin û bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê û hêzên demokratîk ên Tirkiye û cîhanê hate kirin ku vê êrişa li dijî herêmên ewle yên Sûriyeyê şermezar bikin. Partiyan bang li gelê Sûriyeyê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir ku li hember vê êrişê hevgirtî bin û derfetê nedin wan kesên dixwazin yekitî û serdestiya Sûriyeyê têk bibin.
Navên partiyên daxuyanî dane wiha ne:
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
Partiya Kesk a Demokratîk
Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Komunîst a Kurdistanê
Partî Demokrat a Kurdistanê-Sûriye
Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê
Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê
Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyê
Partiya Sûriya Pêşerojê
Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Nûkirin a Kurdistanê
Partiya Karker a Kurdistanê
Desteya Nîştimanî ya Erebî
Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyê
Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyê
Partiya Refom –Sûriye
Partiya Asûr a Demokratîk
Partiya Biratî ya Kurdistanê
Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
Kongra Star
Partiya Muhafizkeran
Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê
Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê
Heyet Tensîq El Wataniye-Tevgera Guhertina Demokratîk
Partiya Yekitiya Suryan
Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê
Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Partî)
Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî)
Şepêla Çepgir a Şoreşger a Sûriyê
Partiya Sûraya