Kongreya MED TUHAD-FED'ê: Ji bo demokrasiyê rakirina tecrîdê divê

  • 13:38 30 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
AMED - Di 2'yemîn Kongreya Asayî ya MED TUHAD-FED'ê ya ku bi dirûşma "Bi rihê raperînê em ê tecrîdê hilweşînin" hat lidarxistin de peyama têkbirina tecrîdê hat dayîn û wiha hat gotin: "Ji bo pêkanîna demokrasiyê divê tecrîd ji holê rabe." 
 
Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), bi dirûşma “Bi rihê raperînê em ê tecrîdê hilweşînin”, li Sûra Amedê duyemîn kongreya xwe ya asayî pêk anî. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gel (HDP), Partiya Çep a Kesk, Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Hevseroka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgün Uçar, Parlamenterê HDP'ê Berdan Ozturk, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Buroya Hiqûqê ya AsrinÊ û rêxistinên civakî tevlî kongreye bûn. Di salona ku kongre pêk hatî de pankartên bi navê “Ji girtiyan re azadî” û  “Bi felsefeya jin jiyan azadî em ê tecrîdê bişkînin” hat daliqandin.
 
Kongre bi sînevîzyonê û pêyama girtî Şîvedar Ataş dest pê kir.
 
Peyama girtiya nexweş hat xwendin
 
Girtî Şîvedar Ataş di pêyama xwe de diyar kir ku ji bo girtiyan pêvajoyek zehmet tê jiyîn û wiha got: “Li zindanan şehadetên hevalên me çê dibe, hevalên me yên nexweş nayên dermankirin. Ez jî nexweş im, lê belê yên ku rewşên min xirabtir hene. Divê em xwe berpirsiyar bibinin û ji bo çareseriyê gav bavêjin. Em hêvî dikin ku pêşiya van tiştan bê girtin.” 
 
Piştî peyamê Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag axivî.
 
‘Heta tecrîd neyê şikandin pirsgirêkên me çareser nabin' 
 
Safiye, destnîşan kir ku piştî neh rojan Komploya Navneteweyî dikeve 25 salan. Safiyeyê anî ziman ku tecrîda girankirî ya ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê girankirin, ser girtiyên siyasî zêdetir bandor dike û wiha berdewam kir: “Di girtigehan de rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe û gelek caran cenaze derdikevin. Hevalên me ji ber desthilatdariya AKP-MHP'ê tên qetilkirin û şehîd dikevin. Em bejna xwe li ber wan ditewînîn û bi rêzdarî wan  bibîr tînin. Hevalên me 30-35 salan cezayên xwe temam kirine lê ji ber ku poşmaniyê qebûl nakin bi hincetên cûrbicûr nayên berdan. Divê malbatên girtiyan xwedî li saziyen xwe derbikevin. Tecrîda li hemberî Birêz Abdullah Ocalan berdewam dike. Destkeftiyen Gelê Kurd di xeterê de ye. Em wek MED TUHAD-FED'ê dibêjin em ê bi rihê raperînê tecrîdê hilweşînin. Heta tecrîd neşike, pirsgirêkên me nayên çareserkirin." 
 
‘Mînaka Îmraliyê di cîhanê de tune ye’
 
Parêzerê Buroya Hiqûqê Asrinê Mazlum Dînç jî axivî û da zanîn ku bi salane li hember tecrîdê gelek têkoşin hat dayîn û ev 25 sal in Dewleta Tirk hiqûqa xwe pêk nayne. Mazlûmê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mînakek wek Girava Îmralîye di cîhanê de tune ye. Her ku li Girava Îmralîyê tecrîd tê girankirin, pirsgirêkên Tirkiyeyê jî kûr dibin. Dewleta Tirk dixwaze daxwaza azadiya Birêz Ocalan bifetisîne lê belê em ê her tim vê daxwazê bînin ziman." 
 
‘Sirgunkirina girtiyan jî tecrîdeke’
 
Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar jî axivî û daxuyand ku AKP-MHP'ê zilmê li Gelê Kurd dike û wiha dom kir: “Divê Gelê Kurd jî li hemberî vê zilmê çalakiyên xwe xurt bike. Tecrîd ne tenê li hemberî Abdullah Ocalan de tê meşandin. Sirgunkirina girtiyan jî tecrîdek e. Em ê herî zêde ser rewşa girtiyan bisekinin û meclîsê de jî her tim bînin ziman. Heta ku tecrîd neyê şikandin, hiqûq û edalet nayê Tirkiyeyê.
 
‘ATK li gorî kêfa AKP-MHP tevdigere’
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku li Tirkiyeyê pergalek nû tê avakirin û esasa vê pergalê jî tundî ye. Çigdemê berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser sedsala ku kurd paş xwe de hişt û da zanîn di nav vê sedsalê de tu gelan feyde nedît û got: "Cenazeyên zarokên me di nav qutiyen de tên dayîn û gelek girtiyên nexweş di girtigehê de ne û nayên berdan. ATK li gor kêfa AKP-MHP’ê tevdigere û di girtîgehan de 561 girtiyên nexweş ên giran hene. Ji ber  govend, xwendina pirtûkan, ji ber tililiyan û bi sedêmên vala nayên berdan. Em bi desthilatdariya ku demokrasiyê tarûmar dike ve rûbirû ne. Her wiha di Tirkiyeyê de pirsgirêka kurd heye. Heke li Tirkiyeyê demokrasî hebe divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ev çareserî jî girêdayiyê şikandina tecrîda Îmraliyê ye.Tecrîd ne tene pirsgirêka Gele Kurd e. Em wek Partiya Çep a Kesk ji bo xwedîderketina li demokrasiyê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Divê banga aşitiyê mezin bikin' 
 
Ji Dayikên Aştiyê Nafiye Yîgît jî di kongreyê de axivî û got: "Dayik bi salane ji bo aştiyê destê xwe dirêj dikin lê belê her roj cenazeyên zarokên wan tên. Em cenazeyên xwe bi kargoyan digrin. Ez wek dayikek aştîxwaz, dixwazim ji îro pê de cenaze neyên û bila dayik rondikan nebarînin. Divê em dest bidin hev û banga aştiyê mezin bikin.”
 
‘Roj roja çareseriyê ye' 
 
Di dawiyê de jî Berdan Ozturk axivî û destnîşan kir ku Gelê Kurd 50 sal in li ber xwe dide û jiyaneke bi koletî qebûl nake û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro desthilatdariya AKP-MHP'ê di kargoyan de cenazeyên me dişîne û dibêje ku em ê îradeya we teslîm bigrin. Herwiha hevalên me yên girtî bi zilmek mezin re rûbirû ne û li dijî vê zilmê têdikoşin. Îro mesele hebûn û tênebûna me ye. Li Kurdistanê de jî  dixwazin hişmendiya DAIŞ'ê ava bikin. Roj roja gotinê nîne, roja çareseriyê ye. Divê zincîra tecrîdê ya li Îmralîyê bê şikandin.”
 
Piştî axaftinan rêveberiya nû hat hilbijartin û Kerem Canpolat, Emîne Kaya bûn hevserokên MED TUHAD-FED’ê.