'Di 9'ê Cotmehê de em gelê kurd vedixwînin Amedê'

  • 11:01 29 Îlon 2023
  • Rojane

AMED - Li Amedê têkildarî 9'ê Cotmehê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Amedê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Heya ku tecrîda ku li dijî Birêz Ocalan dimeşe neşkê, wê her tim berê me ber bi Îmraliyê be. Bi vê aramancê em bang li tevî welatiyên xwe yên li her bajar, gund, navçe û gundewarên Kurdistanê dijîn, bi kurtasî em bang li tevî gelê xwe, dost û kesên bihîstiyar dikin; di 9'ê Cotmehê de li Amedê bicivin. "

Li Amedê têkildarî 25'emîn salvegera 9'ê Cotmehê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Amedê daxuyanî hat dayin. Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED-TUHAD FED), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Ji bo Birêz Abdullah Ocalan azadî, Ji bo Pirsgirêka Kurd Çareserî" li ber avahiya MED-TUHADFED'ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê hat gotin:"Di serî de gelê Kurd re, em ji tevî raya giştî ya demokratîk re radigihînin ku; heya azadiya Birêz Ocalan pêk bê em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin. "
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Birêz Ocalan ê ku di encema komploya navnetewî di 15’ê Sibata 1999an de radestî Tirkiyê hat kirin, li Girava Îmraliyê ev 24 sal in di bin tecrîdeke bêhiquqî û xweser a ku bi tenê li dijî wî pêk tê dîl tê girtin. 
 
Ev komplo, bi aramanca têkbirina têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyê hatiye plankirin. Bê guman di navenda vê planê de jî gelê Kurd cih digre. Plana ku bi komploya navnetewî ket meriyetê îro jî bi berfirehî didome. 
 
Yek ji sûcên herî girîng ê mirovahiyê tecrîda xweser, ev 30 meh in bi qutkirina tevî rêyên hevdîtinê ve li dijî Birêz Ocalan dimeşe. Ji Birêz Ocalan ê ku nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne bi tu awayî agahî nayê girtin. Ev rewşa dermirovî ya tecrîdê, di serî de gelê Kurd ji bo tevî gelên Rojhilata Navîn rê li fikaran vedike. Divê baş bê zanîn ku ev fikar her ku diçe mezin dibe û vediguhire hêrseke mezin. 
 
Tecrîda derhiqûqî ya ku bandora wê li tevahiya erdnîgariyê dike, di heman demê de dijberî peymanên navnetewî û dijberî nirxên hiqûqa gerdûnî û makezagonê ye. Ji ber tecrîda ku tevî mafên mirovî binpê dike, tevî pirsgirêkên ku îro Rojhilata Navîn dijî bê çareserî dimînin. Bi taybet pirsgirêka Kurd ji ber vê yekê çareser nabe. 
 
Asta ku hatî, pergala tecrîdê wek ewrên reş bandor li gelenperiya Tirkiyê dike û faşîzma ku çavkaniya xwe ji vê tecrîdê digire çar perçeyên welêt dorpêç kiriye. Ji ber vê yekê, nirxên civakê hatine asta fetisandinê, hêviya jiyanê ya gelan jî tê xesbkirin. Kesên ku tecrîdê dimeşînin îro di bin siya qeyrana aborî de nanê li ser sifreya me jî didizin. Her wiha, berpirsyarê xizantiya ku her ku diçe kûr dibe jî dîsa heman kes in. Kesên ku xizantiyê ji gel re rewa dibînin, bi armanca kûrkirina tecrîdê sermîyana gel pêşkeşî polîtîkayên şer dikin. Bi pergala tecrîdê, bi polîtîkayên şer xizantiya ku civak dijî kûr dikin. 
 
Divê baş bê zanîn ku; tecrîda Îmraliyê, ji bêhiqûqiyan re, ji pêkanînên antîdemokratîk re, ji bêedaletîyê re û ji binpêkirinên mafan re bingehê ava dike. Di şexsê Birêz Ocalan de, ji gelên Rojhilata Navîn re jiyanake bi tecrîd tê avakirin. Ev yek jî di her beşên civakê de rê li ber cihêkarî û nijadperestiyê vedike. 
 
Pêvajoya dîrokî vê yekê pir zelal dide der; heya ku tecrîd neyê şikandin, heya ku Birêz Ocalan azad nebe, azadiya gelan û bidestxistina statuya gelan ne pêkan e. Divê ev yek neyê jibîrkirin. 
 
Bi girankirina tecrîdê ve mafê azadiya gelê Kurd û mafê demokrasiyê ya gelên Tirkiyê her ku diçe bêhtir tê xesbkirin. Ji ber vê yekê jî, têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna daxwaza azadiyê û demokrasiyê ye. Sazkirina edalet ve hiqûqê jî dîsa bi vê têkoşînê pêkan e. 
 
Ji ber vê yekê jî, bidawîkirina tecrîda ku îro li cîhanê tu mînakê wê nîne, wê di rêwitiya demokratîkbûn û sazkirina hiqûqê de bibe xwedî roleke mezin. Her wiha, ji bo li Tirkiyê û Rojhilata Navîn sîyaseta jiyane bikeve meriyetê, bidawîkirina tecrîdê wê bibe gava herî mezin. Gava herî girîng a parastina aştiyê û niqaşên demokratîk, bi çareserkirina pirsgirêka Kurd pêkan e. Di niqaşên çareserkirina pirsgirêka Kurd de navnîşana ku wê bibe mifteya pêvajoyê bi tenê jî Birêz Ocalan e. Armanca me ya bingehîn ew e ku; bi şikandina tecrîdê ve ji bo Birêz Ocalan sazkirina derfetên xebat û jiyanake azad û sazkirina wekheviyeke mayînde ye. 
 
Heya ku tecrîda Îmralayê neqede, wê ji bo tu kesan aramî pêk neyê û wê pêşeroja me her tim bi taritî û qeyranan re rû bi rû bimîne. Bi armanca şikandina tecrîda ku îro li dijî Birêz Ocalan dimeşe em dibêjin “êdî dem dema liv û tevgerê ye”. Bi vê armancê, heya ku tecrîd bi dawî nebe em ê nesekirin. Em ê bi tevî hêza xwe têkoşîna şikandina tecrîdê mezin bikin. Em dixazin binê xalê xêz bikin ku; tu hêz nikare di vê rêyê de me asteng bike. 
 
Di vê çarçoveyê de, em bang li kesên xwedî wijdan, partî û saziyên siyasî, rêxistinên girseyên demokratîk, komele û sendiqayan, yekiniyên pîşeyî, saziyên hiqûqê, jin û ciwanan, her wiha bang li sazî û rêxistinên navtewî dikin. Em bang li welatî û kesên ku dibêjin “rikberî na hezkirin, dijmintî na jiyanake bi hev re û ne xizantî jiyanake bi aramî” dikin. 
 
Gava ku dengê Birêz Ocalan tê bihîstin, ji şûna taritiya mirinê, hêvi û şadiya jiyanê şîn dibe. Ev deng, dengên çekan qut dike, şert û mercên aştiyê saz dike. Ji ber vê yekê jî divê em tecrîdê bi hev re bişkînin, bi vê yekê ve roj û pêşeroja xwe bi aştiyeke mayînde, bi hev re ava bikin. 
 
Birêz Ocalan, bi feraseta xwe ya ku aştî, demokrasî û çareseriyeke mayînde diparêze, li gel tevî astengiyan her tim li hemberî polîtîkayên şer, di pêşxistina xebatên niqaşên demokratîk de hewldanên giranbuha meşand. Di vê rêyê de xeyala wî ya herî mezin ew e ku, welatekî ava bike da ku tê de tu kes nemre û aramî her tim serdest be. Ji ber vê yekê jî li dijberî desthilatdariyên şer Birêz Ocalan hêviya jiyaneke hevpar ê gelan e. 
 
Heya ku tecrîda ku li dijî Birêz Ocalan dimeşe neşkê, wê her tim berê me ber bi Îmraliyê be. Bi vê aramancê em bang li tevî welatiyên xwe yên li her bajar, gund, navçe û gundewarên Kurdistanê dijîn, bi kurtasî em bang li tevî gelê xwe, dost û kesên bihîstiyar dikin; di 9ê Cotmehê de li Amedê bicivin. Em ê tu caran destûr nedin ku hêviya jiyaneke azad û bihevre ya gelan bê desteserkirin. Azadiya Birêz Ocalan azadiya tevahiya me ye, her wiha perçekirina taritiya li ser pêşeroja gelan e. Di serî de gelê Kurd re, em ji tevî raya giştî ya demokratîk re radigihînin ku; heya azadiya Birêz Ocalan pêk bê em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED-TUHAD FED)."