Dema ku gel dîrok nivîsand, medya bêdeng ma

  • 09:15 26 Çile 2025
  • Medya Kritîk
Leyla Ayaz  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gel li hemberî bandorên wêranker ên şer, li ber xwe didin û rojnamegerên kurd ji berxwedana gel û rastiyên herêmê ligel her cure êrişan belge dikin. Lê cîhan li hemberî berxwedana Tişrînê xemsar û medya jî bêdeng ma.
 
Bendava Tişrînê ji bilî çavkaniya av û enerjiyê bûye sembola ruhê berxwedêr û hevgirtinê yê gelan. Ev bendav ji aliyê zarok, jin, hunermend û rojnamevanan ve bi bedelên giran tê parastin. Lê belê, dinya li hemberî vê têkoşînê bêxem dimîne, çapemeniya alîgir a îktîdaran jî bêdeng dimîne, rastiyê ji nedîtî ve tê. Gelên ku dîrokê dinîvsînin û rojnamegerên ku heqiqetê belge dikin, ruhê azadiyê zindî dihêlin.
 
Bendava Tişrînê ne tenê beşeke mezin ji pêdiviyên kehrebeyê yên herêmê peyda dike, di heman demê de ava ku ji bo avdana çandiniyê tê xwestin jî peyda dike. Her wiha ji bo guhertina demografik a herêmê û kontrolkirina çavkaniyên bingehîn ên jiyanê, êriş bi giranî dewam dikin. Gelê ku ji bo parastina ax û ava xwe berxwedaneke kolektîf pêş dixin li Tişrînê dîrokê dinîvsînin. Ruhê hevgirtina gelan ê li dijî êrişan roj bi roj xurttir dibe. Şanoger, hunermend, rojnameger, siyasetmedar û kedkarên tenduristiyê bûn parçeyeke aktîf a berxwedanê. Hunermend bi hunera xwe, siyasetmedar bi bangên xwe yên siyasî, kedkarên tenduristiyê bi alîkariya xwe ya tibî û rojnameger jî bi kamerayên xwe bûn zimanê berxwedanê. Bi taybetî ji 8 'ê Çileyê û vir ve pêşengtiya jinan a li nava berxwedanê û biryardariya gelan jî îlham da tevahiya herêmê. Tîşrîn jî mîna Kobanê bû cihê hevgirtin û ruhê têkoşînê yê gel lê bicivin.
 
Helbet di vê pêvajoya hevgirtin û berxwedanê de berdêlên giran jî hatin dayîn. Ji ber êrişan bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn. Zarok, jin, siyasetmedar, hunermend û rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan. Ne tenê hebûna fîzîkî ya gel, nasnameya wî ya çandî û siyasî jî hedef hat girtin. Li ber çavên cîhanê, sivîl û çavkaniya wan a bingehîn hedef hat girtin. Tevî ku li dijî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye jî êriş nehatin dîtin û mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî hat binpêkirin. Îcar Çapemeniya Azad a Kurd, çapemeniya muxalîf, çapemeniya alîgir û çapemeniya cîhanê çawa êriş û berxwedan girt dest û nirxand..?
 
Çapemeniya Ewropayê jî mîna raya giştî ya Ewropayê, bi hewldaneke sînordar guh da dengê berxwedêrên Tişrînê. Qaşo çapemeniya muxalîf a Tirkiyeyê jî bêalîbûna xwe bi nedayîna nûçeyan nîşan da û çavên xwe girt. Lê medyaya alîgir a îktîdarê? Ji xwe wekî her kes dizane dema mesele dibe kurd perspektîfa nûçeyan li gorî polîtîkayên îktîdarê tên amadekirin. Metna ku bi pênûseke tê amadekirin, di hemû qadên medyayê de tê belavkirin. Berxwedana ku li hemberî êrişan hat mezinkirin bi nûçeyên berevajî hat manîpulekirin û serobinokirin, nehiştin ku gel rastiyan hîn bibe. Helwesta medyaya alîgir etîka rojnamegeriyê ji holê rakir. Lê belê divê bal bikişanda ser binpêkirina mafan û mexduriyeta gelan.
 
Çapemeniya Azad a Kurd ji bo êrişan nîşan bide, berxwedanê ragihîne û rastiyan ji cîhanê re ragihîne, wezîfeyeke krîtîk girt ser milê xwe. Rojnamegeran ne tenê ji bo belgekirina bûyerên li herêmê, di heman demê de ji bo ku binpêkirinên mafên mirovan bên dîtin mîsyoneke girîng girtin ser xwe. Dema ku bi kamera, wêne û pênûsên xwe bandorên êrişan belge kirin, di heman demê de jî bûn dengê berxwedanê. Tevî hemû rîsk û zehmetiyan jî bûn parêzvanên rastiyê. 
 
Di 19 'ê Kanûna 2024'an de rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di encama êrişê de jiyana xwe ji dest dan. Di 16 'ê Çileyê de 4 rojnameger di êrişan de birîndar bûn. Kedkarên Çapemeniya azad û rojnamegerên li Tirkiyeyê jî li gelek bajaran daketin kolanan û bertekên xwe yên li hemberî rojnamegerên ku bûn hedef, nîşan dan. 7 rojnamegerên ku bertekên xwe anîn ziman hatin binçavkirin û dû re hatin girtin. Ev yek jî nîşaneya veşartina rastiyan e.
 
Nûçegîhanên NûJÎNHA, Ronahî TV û Ajansa Nûçeyan a ANHA'yê bi nûçeyên xwe nişe ji dîrokê re hiştin. Me xwest em balê bikişînin ser du nûçeyan  ku bang li wijdanan dikin.
 
Jineke ku ji Kobanê ber bi Tişrînê ve bi rêketibû li hemberî êrişan wiha got, "Em ji mirinê mezintir in, em tu carî ji mirinê natirsin, ne ji topên we ne jî ji balafira we ditirsin." Ev gotin ji wêrekiyeke takekesî wêdetir, semboleke xurt e ku vîn û hevgirtina gelan nîşan dide. 
 
Nişeyek din a balkêş jî Tala ye. Tala pitikeke 7 mehî ye. Dayika wê Hêza  Mihemed û bavê wê Edhem Elî dema çûn li Bendava Tişrînê nobetê bigirin di 15 'ê Çileyê de di encama êrişê de jiyana xwe ji dest dan. Çîroka Tala ne tenê trajediya zarokekê ye. Di heman demê de mînakeke şênber a bandorên şer e. Rojnamegeran bi kamera û pênûsên xwe çîroka Tala ragihandin. 
 
Em nişeyek jî ji Tirkiyeyê bidin; Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûç û Reyhan Hacîoglû yên ku di çarçoveya lêpirsîna li Stenbolê de di 17’ê Çile de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, bi hinceta ku pîşeya xwe dikin hatin girtin.