Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
- 23:15 22 Tebax 2023
- Rojane
ANTALYA - Li navçeya Kepezê mêrê bi navê M.Y. jina pê re zewicî, Sumeyye Y. a di qonaxa dev ji hevberdabûnê de bûn, qetil kir.
Li taxa Emek a navçeya Kepeza Antalyayê mêrê bi navê M.Y. ya pê re zewicî Sumeyye Y. (26) a di qonaxa dev ji hevberdabûnê de bûn, bi amûrek birînê qetil kir. M.Y., piştî hate binçavkirin, birin midûriyeta polîsan.
Cenazeyê Sumeyye Y. a ku zarokek wê hebû ji bo karûbarên otopsiye rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê.