'Çi ji destê me were em ê ji bo Serokê xwe bikin'
- 10:07 20 Tebax 2023
- Rojane
Hêvî Ezda
ŞENGAL - Yekîtiya Jinê Ciwan a Şengalê li parka Xanesorê ya Şengalê Sinvizyonek derbarê jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîda giran de têkoşînê dide nîşan da û soza xwedîderketina li fikrên wî da.
Li Parka Giştî ya Xanesorê ya Şengalê bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê di bin hemleya Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî de sinivzyonek di derbarê jiyana Serok APO ya li Îmraliyê li dar xist. Çalakî bi beşdariya jinên Ciwan û yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê bi deqeyek rêzgirtin despê kir.
Endama yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê Nazlî Hacî ji ajansa me re axivî û got: “Dibin navê hemleya 'Jin jiyan azadî, Serbixe azadî' de me çalakiya xwe li dar xistiye. Em tecrîda li ser serokê xwe qebûl nakin û çi ji destê me bê wekî ciwanên Şengalê, em ê ji bo Serokê xwe bikin.”
Di heman demê de Ala Şengalî jî ku ew jî yek ji endamên Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê ye ji mere behsa armanca çalakiyê kir û wiha got: “Ji ber ku bi demê re tecrîda li ser Serok Apo giran dibe, em weke ciwanên şengalê li vir kom bûne û me sinivizyonek li ser jiyana Serok Apo temaşe kir. Em tecrîdê qebûl nakin. Dijmin dixwaze ku fikrên Rêber Ap ji cwanan dûr bixe. Ji ber ku ciwan bi fikr û felsefeya Rêber Apo gihane asta pêşketinê. Çi ji destê me were em ê ji bo serokê xwe bikin û li fikrên wî xwedî derkevin.”
Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Ap û Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.