Di konferansa Beyrûdê de tecrûbeyên jinên kurd hatin nîqaşkirin
- 19:39 18 Tebax 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di rûniştina duyemîn a Konferansa Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî de, tecrûbeyên jinên kurd hatin nîqaşkirin.
Rûniştina duyemîn a Konferansa Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî ku bi dirûşma "Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî" li Beyrûtê hatiye lidarxistin, bi dawî bû.
Konferans ji aliyê Komeleya Jîn a Jinan, Komeleya Newroz a civakî û Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye organîzekirin. Ji Tunis, Urdun, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê, her wiha ji Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan beşdarî konferansê bûne.
Di rûniştina duyemîn de çalakvana siyasî û ya femînîst Neslîhan Acar bal kişand ser rola pergala hevserokatiyê di demokrakirina siyasetê. Neslîhan Acar anî ziman ku lêgerîna li heqîqetê xwe dispêre azadiyê û Rêber Abdullah Ocalan kesê yekemîn bû ku ev hizir pêş xist.
Neslîhan da zanîn ku li cîhanê temsîla jinan di şaredarî û parlamentoyan de ji sedî derdorî 18 pêk hatiye, lê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ev rêje pêk nehatiye.
Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sîham Reşo jî bal kişand ser ezmûnên jinên Şengalê ya piştî rizgarkirina ji çeteyên DAIŞ'ê.
Berpirsa Komîteya Têkiliyên Derve ya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rozerîn Kamanger jî îşaret bi şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" ya bi pêşengiya jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir. Rozerîn Kamanger got: "Rejîma melalî ya Îranê digot, 'em Îranê hikum dikin û tu hêz nikare destwerdanê bike'. Lê piştî şoreşê me dît civak bi xwe bi rêve dibe. Ji bo jinên Îranê û yên Efganistanê jî piştgirî hebû."
Beşdaran jî li ser mijarê pirs, nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Piştî rûniştina duyemîn rojan yekemîn a konferansê bi dawî bû.
Konferansa wê sibe bi rûniştina sêyemîn a dawîn a bi sernavê " Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan der barê rêwîtiya azadiya jinan de" dewam bike û wê bi encamnameyekê û gotina dawî, bi dawî bibe.