Li Birca Bizinan li dijî qeyûman pankart hat daliqandin
- 19:25 18 Tebax 2023
- Rojane
AMED - Lijneya Jinan a Rêveberiya Herêmî ya HDP’ê pankarta “Ne qeyûm, ne talan, dîsa jin, dîsa jiyan" li Birca Bizinan a Sûrê daliqandin.
Lijneya Jinan a Rêveberiya Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pankarta “Ne qeyûm, ne talan, dîsa jin, dîsa jiyan" li Birca Bizinan a Sûra Amedê daliqandin. Parlamenterên Partiya Çep a Kesk a Amedê Ceylan Akça, endamên Lijneya Jinan a Rêveberiya Herêmî ya HDP’ê û gelek jin tevlî çalakiyê bûn.
Bi daliqandina pankartê jinan tayînkirina qeyûman protesto kirin û dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ berz kirin.