Malbata Şenyaşar bi serokê TBB’ê re hat gel hev

  • 18:58 4 Tebax 2023
  • Rojane
ENQERE - Malbata Şenyaşar, di çarçoveya Nobeta Edaletê de bi Serokê TBB’ê Erînç Sagkan re hevdîtin kir. 
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê parlamenterê Partiya Çep a Kesk Ferît Şenyaşar ê ji êrişan bi birîndarî xelas bû li Enqereyê Nobeta xwe ya Edaletê didomînin. 
 
‘Em ê dozê bişopînin’
 
Malbata Şenyaşar di çarçoveya Nobeta Edaletê de bi Serokê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan re li Navenda Giştî ya TBB’ê hatin gel hev. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Ferît Şenyaşar komkujiya jiyan û têkoşîna edaletê ya 5 salan vegot. Ferît, behsa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî kir. Erînç Sagkan jî anî ziman ku têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar dizanin û diyar kir ku dê ew bi xwe jî danişînên dozê yên ji niha şunde bişopîne.