Li Colemêrgê mirina bi guman a jinekê
- 14:48 16 Hezîran 2023
- Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrgê Asmin K.Y. ya bi çawişê pispor zewicî bû bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Budak a Colemêrgê Asmin K.Y. ya bi çawişê pispor zewicî bû bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Li ser agahiya cîranan ekîbên tendirustiyê hatin cihê bûyerê û Asmînê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Asmîna ku sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê hat kirin jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Asmînê ji aliyê malbata wê ve hat girtin û li Colemêrgê hat definkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê derbarê mirina bi guman de lêpirsîn da destpêkirin.