Li Rihayê zarokek mirî hat dîtin
- 21:26 14 Hezîran 2023
- Rojane
RIHA - Li Rihayê zarokê 12 salî Abdulbakî Dakak bi awayekî guman mirî hat dîtin.
Zarokê bi navê Abdulbakî Dakak yê 12 salî ku li Serêkaniyê ya Rihayê dijiya û ji duh de winda bû, bi awayekî guman mirî hat dîtin. Hat îdiakirin ku Abdulbakî li medreseyek taxa Beşat a Eyubiye ya Rihayê perwerde didît û duh sibehê ji medrese derketiye û piştre agahî jê nehatiye girtin. malbatê îxabar kir û îro cenazeya zarok li axurekî nêzî medreseyê hat dîtin. Cenaza zarok ji bo otospiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.
Hat hînbûn ku cenaza Abdulbakî li Serêkaniyê hatiye definkirin.