Hejmara nû ya Rojnameya Xwebûnê derket
- 09:54 12 Hezîran 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 182’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşet “Daranê Kurdistanî qir kene” derket. Mijara manşetê êrîşên li dijî xwezaya Kurdistanê, birîn û talankirina daran e.
Her wiha di der barê encamên hilbijartinê de bi rojnameger Cahît Merwan re hevpeyvîn hatiye kirin.
Dîsa der barê tifaqa AKP-MHP’ê û HUDA-PAR’ê de bi sernavê “Armanca damezrandina HUDA-PAR’ê” dosyayek ku ji aliyê Zinar Ronî ve hatiye nivîsîn û ji 3 beşan pêk tê hatiye destpêkirin.
Qrîza aborî jî yek ji mijarên rojnameya Xwebûnê ye; der barê mijarê de nûçe û nivîs cih digirin.