ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
- 09:00 12 Hezîran 2023
- Rojev
*Parêzer Ceren Uysal tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku rewşa Îmraliyê veguheriye îşkenceyê, saziyên navneteweyî li şûna tecrîdê şermezar bikin divê pêkanînên bi bandor bikin dewrê. DÎMEN HEYE
*Jinan kabîneya nû ya piştî hilbijartinê hatiye avakirin û profîla meclîsê nirxandin û diyar kirin ku desthilatdariya herî zêde dijminê jinê û paşverû ya dîroka komarê ava bûye û pêvajoyeke hilbijartinê ya bi şaibe hatiye jiyîn. Jinan diyar kirin ku hilbijartin tu car wek rizgariyê nehatiye dîtin. DÎMEN HEYE
*Li Şahîntepe ku di bin navê veguhestina bajar de tê talankirin, gel li dijî projeya rantê li berxwe dide û diyar kirin ku ew axa xwe terk nakin. Jinan diyar kirin ku çavê dewletê têr nabe û wê axa xwe ji wan re nehêlin. DÎMEN HEYE
*Jinên li kolanên Amedê, anîn ziman ku li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê her ku diçe kûrtir dibe û bi lêv kirin ku heta îro qeyranek bi vî awayî nejiyane. Jinan, bang li hikûmetê kirin û gotin: “Ji bo ji vê qeyranê re çareseriyek bê dîtin divê hikûmet demildest gav biavêje. Qeyrana aborî ber bi xelayê ve diçe.” DÎMEN HEYE