Li dijî gundê Şehba û Efrînê êrîş
- 20:13 11 Hezîran 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk li dijî gundên Şehba û Efrînê êrîş pêk anî.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan Hawar (ANHA) dewleta Tirk û çeteyên girêdayê wê gundê Bêlûniyê û derdora navçeya Til Rifet a girêdayê Kantona Şehba hedef girtiye.
Her wiha hat destnîşan kirin ku bi awayekî hevdem êrîşê gundê Bênê ya navçeya Şerawa û gundên Merexanzê, Şewarxa, Malîkiyê, Tat Meraş a navçeya Şera a Kantona Efrînê kirine.
Hat diyar kirin ku heta niha ji 100’î zêde obus û topên heawnê îsabetê gundan kirine.