Li Muglayê jinekê bi guman jiyana xwe ji dest da
- 20:58 18 Gulan 2023
- Rojane
MUGLA - Li Fethiye ya Muglayê jina bi navê Sabîre Şengul ji katê 4’an a avahiyekê de biguman ket û jiyana xwe dest da.
Li navçeya Fethiye ya Muglayê jina bi navê Sabîre Şengul ji şaneşîna katê çaran a avahiyekê de biguman ket û bi giranî birîndar bû. Piştî malbatê agahî da, ekîbên polîsan û tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Sabîre piştî mudaxala ewil rakirin nexwşxanê û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.