ROJEVA 18'Ê GULANA 2023'YAN
- 09:00 18 Gulan 2023
- Rojev
*Aktîvîsta civakî Sumaya Hîjrat da zanîn ku NY’ê ji bo zîrveya Doha gazî Talîban a ku bi tundî û zextên li hember jinê tê zanîn kiriye û diyar kir ku ev nêzîkatî li seranserê welat rastî bertekan hatiye û wiha dirêjî dayê: “Em jinên Afgan ku di bin şert û mercên giran de têdikoşin li dijî Neteweyên Yekbûyî matmayî ne û gelek xemgîn in. Vexwendîkirina Talîban a ji bo zîrveya Doha tê wateya ku mafê jinan tune hatiye hesibandin.”
*Parlamentera Partiya Çep a Kesk Çîçek Otlu diyar kir ku herî zêde Partiya Çep a Kesk ji bo "meclisa mêr" parlamenterên jin derxistine û got ku li dijî tundiyê bêhtir divê em xwe rêxistin bikin, têkoşîna jinê mezin bikin û anî ziman ku ew ê li dijî tecrîda li îmraliyê li ber xwe bidin. DÎMEN HEYE