Delegasyona Îmrali serdana TJA'yê kir
- 16:29 12 Gulan 2023
- Rojane
İSTANBUL - Heyeta Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî di roja duyemîn de serdana TJA'yê kir. Di serdanê de hat gotin ku têkoşîna bênavber a jinên Kurd a li dijî tundiya li ser jinê û polîtîkayên şerê taybet ji bo gelên cîhanê modelek e.
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê berdewam dike û 25 meh zêdetir e agahî jê nayê girtin. Li ser vê yekê ji 3 welatên cuda "Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî" ya ji 3 kesan pêk tê hat avakirin. Heyeta Delegasyona Navneteweyî ya Îmraliy ku du roje li Stenbolê serdanên xwe berdewam kirin, Serdana Tevge Jinên Azad (TJA) kir. Heyet wê di navbera 11-12'ê Gulanê de li Stenbolê bi siyasetmedar, saziyên sivîl û hiqûqî re hevdîtinan pêk bîne.
Di hevdîtina ku bi danasînê dest pê kirin de aktîvîstên TJA’yê xwe û xebatên xwe dan nasîn. Aktîvîstên TJA'yê piştre behsa têkoşîna pergala hevserokatiyê ya li rêveberiyên herêmî kirin. Jinan diyar kirin ku di sala 2005'an de yekemîn pergala hevserokatiyê bi Aysel Tûglûk û Ahmet Turk re pêk hat, dan zanîn ku Aysel Tûglûk tevî nexweşiya demanseyê demeke dirêj li Girtîgeha Kandirayê hat girtin û niha tê dermankirin." Endamên heyetê ku bi eleqeyek mezin li axaftinan guhdarî kirin gotina "Hûn jinên cîhan we mînak dibîne ne"