Dê dosyaya siyasetmedar Azîme radest Iraqê bikin
- 13:01 11 Gulan 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Muduriyeta Îkametgahan a Hewlêrê ragihand ku ew ê dosyaya siyasetmedara Kurd Azîme Arsun radestî hikûmeta Iraqê bikin.
Muduriyeta Îkametgahan a Hewlerê der barê siyasetmedara Kurd Azîme Arsun a ji aliyê PDK’ê ve li Balafirgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê hate binçavkirin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dosyaya Azîme Arsun dê radestî hêzên ewlekariya federal a Iraqê were kirin.
Di 2'ê Gulanê de hatibû binçavkirin
Siyasetmedara Kurd Azîme Arsun di 2'ê Gulanê de dema dixwest ji Balafirgeha Hewlerê biçe derveyê welat ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate binçavkirin.