Ji Partiya Çep a Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang
- 14:46 8 Gulan 2023
- Rojane
ÎZMÎR - Partiya Çep a Kesk ji bo mitînga ku dê di 12’ê Gulanê de li Qada Gundogdû ya Îzmîrê were lidarxistin banga tevlibûnê kir.
Partiya Çep a Kesk têkildarî mitînga ku dê di 12’ê Gulanê de li Qada Gundogdû ya Îzmîrê were lidarxistin, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.
Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk, ne tenê ji bo hilbijartinê, ji bo faşîzm têk biçe gelek kêm wext maye û wiha got: “Gelek kêm ma ku ev desthilata dijminê kurdan, elewiyan, jinan, ciwanan, kedkaran, xwezayê têk biçe û hêviya dayikan, karkeran, kedkaran, ciwanan didize hesabê bide.”
Berna Çelîk, ji bo serdemeke nû, ji bo hevî û pêşerojê bi hev re ava bikin bang li gelan kir û wiha got: “Em bang dikin ku tev li Mitînga Îzmîrê ya Mezin a 12’ê Gulanê bibin û bibin kirdeye meşa me ya dîrokî ku desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê têk bibin.”