'Çi dikin bila bikin em ê wan bişînin'
- 20:10 3 Gulan 2023
- Rojane
MÊRDÎN- Partiya Çep a Kesk li Kerboranê çû sedana welatiyan û welatiyan diyar kirin ku wê desthilatdariyê bişînin.
Li navçeyên Kerboran, Mîdyad û Dêrikê yên Mêrdînê nazmetên Partiya Çep a Kesk serdan pêk anîn. Namzeta Mêrdînê û hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî di serdanan de cih girt.
Heyet li Kerboranê çûn gundên Deywan û Xelîla. Gel bi coşek mezin heyet pêşwazî kir û heyete pirsgirêkên gel guhdar kir. welatiyan dema derbasbûna konvoya Partiya Çep a Kesk de bi yek dengî gotin ‘em ê qezenc bikin’. Welatiyekî ji heyetê re got ‘çi dikin bikin em ê wan bişînin.’
Piştre li Kerboranê serdana esnafan hat kirin. Esnafan pisgirêkên xwe anîn ziman û daxwazên wan hatin guhdarkirin.
Salîha Aydenîz di dema serdanê de bi esnafan re sohbet kir. Heyet piştî serdana esnafan çû atolyeyên tekstîlê û bernameya xwe bidawî kirin.