Ji bo standa Partiya Çep a Kesk eleqe mezin e
- 17:42 29 Nîsan 2023
- Rojane
STENBOL- Partiya Çep a Kesk li navçeya Beşîktaşê standan Konê Mor ava kir. Hevseroka HDP’a Beşîktaşê Derya Goral ku belavokên Partiya Çep a Kesk belav kir diyar kir ku ew li virin û bi jinan re tên.
Partiya Çep a Kesk li Beşîktaş a Stenbolê li Qada Barbaros Konê Mor ava kir. Namzeta Herêma Duyemîn a Stenbolê Ozgul Sakî û hevseroka HDP’a Beşîktaşê Derya Goral û gelek jin tevli bûn.
Jinên li qadê hatin gel hev amadekariya Konê Mor kirin û al û flamayên Partiya Çep a Kesk daliqandin, pankarta ‘Aştî wê jinan bê’ vekirin.
Gel eleqeyek mezin nîşanê standê dan û diyar kirin ku ew dengê xwe wê bidin Partiya Çep a Kesk. Derya Goral jî li ber standê bang kir û da zanîn ku gotina wan ya ku bêjin heye û bi jinan re tên.