ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2023'YAN
- 09:00 29 Nîsan 2023
- Rojev
*Namzeta Partiya Çep a Kesk a Êlihê Nurtek Ertugrul da zanîn ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirêk çareser nabin û got: “Wek jinek Kurd ji bo li dijî qirkirina li ser jinan têbikoşim ji Êlihiyan dengan dixwazim.” DÎMEN HEYE
*Partiya Çep a Kesk ji bo ewlehiya sindoqan bigire xebatan didomîne. Namzeta Îzmîrê ya Partiya Çep a Kesk Semra Kiratli da zanîn ku binçavkirin ji bo ewlehiya sindoqan fikaran ava bike jî gel bi biryar e û bang kir ku bila welatî di alî ewlehiya sindoqan de piştgiriyê bidin.
DÎMEN HEYE
*Jinên Partiya Çep a Kesk diyar kirin ku desthilatdarî di pêvajoya hilbijartinê de di ewlehiya sindoqan de berpirsyariyê nagire û gotin: “Berpirsiyariya ku dewlet nagire, gel û Partiya Çep a Kesk bigirin. Em ê di sindoqan de bi desthilatdariyê şûnde gavê bidin avêtin. DÎMEN HEYE
*Karkera tendurstiyê Reyhan Tufekçî ji bo 1’ê Gulanê bang li karkeran kir û got: “Divê dawî li binpêkirin û zextê bê, desthiladarî bikeve destê gel û ji bo vê jî em ê li qadên 1’ê Gulanê bin.” DÎMEN HEYE
*Ji hilbijartinên giştî re demek kurt ma û li Qersê jî xebatên hilbijartinê bê navber tên meşandin. Jinên Qersê diyar kirin kirin ku guherîn şert e. BI DÎMEN
*Namzeta ciwan ya partiya Çep a Kesk Dîcle Akturk diyar kir ku jin ji bo pêşerojê bi hêvîne û divê jin bêdeng neminin. BI DÎMEN
*Li hember Çapemeniya Azad di 11 mehan de sê caran operasyon pêk hat û gelek rojnameger hatin girtin. Rojnamegeran bertek nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku heta îro li dijî operasyonan dengekî xurt nehatiye derxistin û gotin rojnameger bêdeng namînin.