Halîse Aksoy hat girtin
- 18:15 28 Nîsan 2023
- Rojane
AMED - Halîse Aksoy ya di operasyona navenda wê Amed bû de hatibû binçavkirin piştî lêpirsîna dozgeriyê şûnde derxistin dadgeriyê û hat girtin.
Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran der barê 218'an kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn û yek ji kesên hatibûn biçavkirin Halîse Aksoy ya ku cenaza kurê wê Agît Îpek yê li Dêrsîmê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û bi kargoyê hatibû teslîmkirin, bû. Halîse di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin.
Halîse piştî îfadeya li emniyetê sewqî dozgeriyê kirin û piştî lêpirsîna dozger Dadgeriya Ceza Sulh a Nobetadar biryara girtina wê da û hat girtin.