Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
- 08:21 25 Nîsan 2023
- Rojane
AMED - Li Amedê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt û di encamê de gelek rojnameger, parezêr, hunermend û siyasetmedar hatin binçavkirin.
Operasyona ku bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatî destpêkirin de li Amed, Mêrdîn, Riha û Stenbolê polîsan bi ser malan de girt û di encamê de gelek rojnameger, parezêr, hunermend û siyasetmedar hatin binçavkirin.
Xwediyê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk, edîtorê MA'yê Abdurrahman Gok, nûçegîhanê MA'yê Ahmet Kanbal, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen di nav de bi ser gelek malan de girtin. Polîsên ku li malan lêgerîn kirin dest danîn ser pirtûk û kompîturan. Ji ber Ferhat Çelîk li mala xwe nebû nehate binçavkirin. Abdûrrahman Gok hate binçavkirin û lêgerîna li mala Kadrî Esen berdewam dike.
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê parêzer Halîse Dakali, parêzer Ozum Vurgun, Bunyamin Şeker, Berdan Acun, Pîrozhan Karali, şewirmenda Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz Sezen Mercan, ji Şanoya Bajêr a Amedê Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş, Elvan Koçer Yildirım, Şahperi Alphan Bayhan, Kîbar Suvarî, Devrîm Demîr, Ozcan Ateş gelek siyasetmedar hatin binçavkirin.
Li Siweregê endamê OHD û parêzer Metîn Ozbadem û siyasetmedar Halîl Delen, Havva Bîldîk, Habat Mîmkara hatin binçavkirin û her wiha di heman çarçoveyê de li Pirsûs û Wêranşarê jî polîsan bi ser gelek malan de girt.
Berdewama nûçeyê tê...