Li Til Temirê du zarok hatın qetilkirin!
- 21:01 24 Nîsan 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Dewleta Tirk, bi obusan êrîş bir ser gundê Elebid ê Til Temirê û du zarok qetil kirin, 3 zarok ji birîndar bûn.
Dewleta Tirk îro saet di 18.00’an de bi obusan êrîş bir ser gundê Elebid ê Til Temirê. Meryem Xidir Iwês a 10 salî û zarokekî nav nehat zanîn, jiyana xwe ji dest da. Ebdilezîz Xidir Iwês (8), Zehra Xidir Iwês (14), Diya’a Xidir Iwês (6) jî birîndar bûn.
Zarokên birîndar birin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li Til Temirê