Gelê Rihayê li alî Partiya Çep a Kesk e
- 21:47 22 Nîsan 2023
- Rojane
RIHA – Namzetên Partiya Çep a Kesk ên Rihayê li Xelfetiyê serdanên cejnê pêk anî û dîmenên rengîn derket holê.
Namzetên Partiya Çep a Kesk ên Rihayê bi wesîla cejna Remezanê li gelek navçeyan serdanên cejnê pêk anîn. Namzet Dîlan Kunt Ayan û aktîvîstên tevgera jinên Azad (TJA), HDP’a Xelfetiyê û gelek endamên partiyê çûn sedana gundên Seldek, amara, Vahna, Çakkalli û Derdo yên Xelfetiyê.
Di serdanê de heyet bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin û heyetê û gundiyan li ser pirsgisrêkên heyî yên rojane riyên çareseriyê nîqaş kirin.
Heyet çû gundê Vahna û li wir serdana cejnê veguherî hevdîtina gel. Namzet Dîlan Kunt axaftine kir û diyar kir ku wê coşa gund bandor li ser gelek herêmên Rihayê bike.
Piştî axaftinan govend hatin gerandin. Heyetê cejna gel pîroz kir û dîmenên rengîn derketin holê.