Dayikên Şemiyê yên polîs îşkence lê kirin: Em dest jê bernadin
- 21:20 22 Nîsan 2023
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê yên ku di çalakiya xwe ya hefteya 943’yemîn de li Qada Galatasarayê bi êrîşa polîsan hatin binçavkirin, diyar kirin ku hatine derbkirin, gef li wan hatiye xwarin û polîsan hewl daye destên wan bişikînin.
Dayikên Şemiyê piştî hatin berdan li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Ji bilî Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û endama Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen gelek parazvanên mafên mirovan tev li civînê bûn.
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Eren Keskîn di civînê de axivî, destnîşan kir ku careke din bi bêhiqûqiyeke mezin re rûbirû ne û wiha got: “Ev çalakiya ji sala 1995’an ve didome demekî dirêj…