Li Bazarcixê kesekî jiyana xwe ji dest da nêzî 150 kesî birîndar bû
- 21:34 20 Nîsan 2023
- Rojane
MEREŞ- Piştî bahoza li Bazarcixê pêk hat şûnde kesekî jiyana xwe ji dest da û nêzî 150 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Bazarcix ku navenda erdheja 6’ê sibatê li Mereşê rû da bû, ji ber bahoza rabû konteynir û konan zirareke mezin dîtin. Li taxa Cengîz Topel ji ber şiliyê konbajar wêran bû.
‘Ewil hun hatin’
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çep a Kesk,, Tevgera Jinên Azad (TJA) û namzeta Mereşê Ayşegul Demîroglu çûn cem erdhêjzedeyan. Gel bertek nîşanê AFAD a ku sê saet şûnde çû cem gel da n û diyar kirin ku çareseriyek mayînde bibînin. Gel ku Partiya Çep a Kesk dît,, diyar kirin ku ewil ew hatine û spasiyên xwe kirin.
Ji bo 46 malbatî hewcedariya kon hat tespîtkirin û piştî bahozê ceyran hat birîn. Li aliyê din hat hînbûn ku kesekî jiyana xwe ji dest daye û nêzî 150 kesî birîndar bûne.